Gilo: Barhilgira bombekirî di riyên rêjîm û qaçax re gihêştiye Qamişlo

Serokê Desteya Berevaniyê li Kantona Cizîrê dibêje ku, barhilgira bombekirî di riyê rêjîmê û riyên qaçax re derbasî Qamişlo bûye, eger e jî destê rêjîm û AKPê di vê komkujiyê de hebe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Berevaniyê li Kantona Cizîrê dibêje ku, barhilgira bombekirî di riyê rêjîmê û riyên qaçax re derbasî Qamişlo bûye, eger e jî destê rêjîm û AKPê di vê komkujiyê de hebe.  

Serokê Desteya Berevaniyê li Kantona Cizîrê Rêzan Gilo ji K24ê re ragihand ku, teqîna Qamişlo bi riya barhilgireke mezin tije TNT di demjimêr 9:23 de ji aliyê DAIŞê ve li taxa Xerbî ya Qamişlo hatiye kirin,  ku armanca lawazkirina operasyona Minbicê ye û têkbirina aramiya Rojava ye.

Gilo got: “Barhilgira bombekirî di riyê rêjîmê û riyên qaçax re derbasî Qamişlo bûye, eger e jî destê rêjîmê di vê komkujiyê de hebe. Desteya hundirîn niha lêpirsîn û lêkolînê dike, lê eger heye destê rêjîmê tê de hebe, lê em tekez dikin ku, hikûmeta AKPê ji ber ku destekê dide DAIŞê, destê wê jî tê de heye.”

Gilo navê kesê êrîşker aşkere kir ku, navê wî Ebû Ayşe ye û di wîlayet Bereke de ye, ku li gor DAIŞê bi vê êrîşê tola mîrê DAIŞê yê ku li Minbicê hatiye kuştin hiltînin.

Gilo amaje bi wê yekê kir, li gelek welatên cîhanê teqînên bi vî rengî rû didin, lê ji ber ku deverên Kurdî di sînorê DAIŞê de ne, dibe ku bûyerên wisa encam bidin.

Derbarê rola asayişê û kêmasiyên ku hatibin kirin de Gilo diyar kir, niha Desteya Hundirîn lêpirsînê dike, heger bê çespandin destê çi kesî ji hinder yan derve di vê êrîşê de hebe, ewê tola şehîdên xwe hilînin.

Duh 2 teqînan bajarê Qamişlo hejandin, li gor Seroka Desteya Tenduristiyê Ebîr Hesaf ji K24ê re ragihandiye, 41 kes şehîd bûne û 177 kes jî birîndar bûne.