De Mistura: Derxistina sivîlan ji bajarê Helebê erkê NY

De Mstura da zanîn ku pisporên karûbarên mirovî li Neteweyên Yekbûyî karê xwe baş nasdikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî  taybet bû Sûriyê Staffan De Mistura ragehand ku pêwîste pilana Rûsyayê  bo rizgarkirina 300 hezar sivîlan ku li bajarê Helebê dorpêçkirîne were guhertin, da zanîn ku karê derxistina sivîlan ji bajêr erkê wan e.

Derbarê vê yekê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî  taybet bû Sûriyê Staffan De Mistura di kongireyekî rojnamevanî de tekez kir ku Rûsya amadeye guhertinê di pilana xwe de bike ya ku armanca wê rizgarkirina 300 sivîl li bajarê Helebê ye.

De Mstura da zanîn ku pisporên karûbarên mirovî li Neteweyên Yekbûyî karê xwe baş nasdikin, diyar kir ku ew dizanin çi bikin.

Herwiha De Mstura tekez kir ku pêwîste li ser pilana Rûsyayê guhertin werin kirin.