Li Colemêrgê PKKê 5 leşkerên Tirkiyê kuştin

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatin veguheztin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin 8 leşker jî birîndar bûn.

Duh, endamên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK)ê bi çekên giran li êrîşî ser leşkerên tirkiyê dema kontrola rêya Colemergê û Çêlê dikirin kirin.

Di encamê de 5 leşker hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn. Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên dermankirin û herwiha  piştî êrîşê jî hejmarek zêde leşker û firok li cihê bûyerê hatin vegûhestin.

Herwiha şerûpevçûnên giran di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de li herêma Doganli û Sineyê berdewam in.