De Mistura gihêşte Tehranê

Nûnerê taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura ji Sûriyê gihêşte Tehranê û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura ji Sûriyê gihêşte Tehranê û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê civiya.

Ajansên nûçeyan yên Îranê belav kirin ku, bi mebesta guftûgokirina krîza Sûriyê De Mistura gihêşte Tehranê û ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê ji bo karûbarên bakurê Efrîqya û welatên Erebî Hisên Cabir civiya.

De Mistura berî serdana Îranê kiribû û ligel Cîgirê berê yê Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahiyan civiya bû.

Medyaya Îranê ragihand ku, di demekê de bajarê Heleb ku wek duyemîn bajarên mezin ê Sûriyê ye, di bin dorpêçkirina hêzên rêjîmê de ye, ragihandinê agirbestê tenê demeke zêdetir dide çekdarên opozîsyonê.

Ji bêhtirî hefteyekê ye, rêjîma Sûriyê riya Kastêlo ya sereke bo çekdarên opozîsyonê kontrol kiriye û bêhtir ji 300 hezar kes di rewşeke dorpêçê de dijîn, De Mistura hewla dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re dike.