HRW: Nabe Heşda Şeibî beşdarî şerê Mûsilê bibe

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) daxwaz ji hikûmet û berpirsên Iraqî dike ku, rê nedin mîlîşayaya Heşda Şeibî beşdariyê di operesyona rizgarkirina Mûsil de bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/76f5126e-f972-4143-aef1-e0d487c267b4/raporty%20hrw%20musul.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) daxwaz ji hikûmet û berpirsên Iraqî dike ku, rê nedin mîlîşayaya Heşda Şeibî beşdariyê di operesyona rizgarkirina Mûsil de bikin.

HRW ragihand, heger Heşda Şeibî di şerê rizgarkirina Mûsilê de beşdar bin, dê welatiyên Mûsilê rastî binpêkirinên mafên mirovan yên Heşda Şeibî bibin.

Berê çendîn car e aliyên siyasî yên Sune daxwaz kirine ku, bi çi awayekî be nabe Heşda Şeibî beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Di vê derbarê de jî berpirsê yekem di mîlîşya Heşda Şeibî de Hadî Amirî raginadibû, Heşda Şeibî di operesyona rizgarkirina Mûsilê de beşdar dibin û ti kes nikare rê li pêş beşdariya wan bigire.

Herwiha raporta HRW amaje bi wê yekê dike, ku Heşda Şeibî gelek komkujî di dermafê xelkê Sune li navçeyên Tekrît û Felûce encam dane.