Tenduristiya Dihokê: Bi belge 4 ton derman gihêşt Rojava

Piştî teqîna Qamişlo ya 27 Tîrmehê û li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 ton derman ji bo çareserkirina rewşa birîndaran hatin şandin. Lê ji aliyê xwe ve berpirên Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê dibêjin, tenê yek ton derman gihêştiye destên wan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/40151ac4-8fff-4e7b-acc4-49438db451d9/Derman%20Bo%20Rojawa.ism/manifest

K24 – Dihok

Piştî teqîna Qamişlo ya 27 Tîrmehê û li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 ton derman ji bo çareserkirina rewşa birîndaran hatin şandin. Lê ji aliyê xwe ve berpirên Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê dibêjin, tenê yek ton derman gihêştiye destên wan.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Tenduristiyê ya bajarê Dihokê bi belge diyar dike ku, berpirsên tenduristiyê yê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê roja 27 Tîrmehê 3 û roja 28 Tîrmehê yek ton derman wan wergirtine û îmzeya wan jî li ser belgeyan heye.

Roja 27 Tîrmehê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo teqîneke mezin rû da, di encamê de 52 kes şehîd bûn û bêhtir ji 177 kesên din jî birîndar bûn.