Partî û saziyên bakur piştgiriya referandûma Herîma Kurdistanê dikin

Partî û saziyên bakurê Kurdıstanê rave dikin ku ger referandûma başûr bi awayekî serkeftî pêk bê,eger heye ku kêşeya bakurê Kurdistanê jî bi rêya siyasî bê çareserkirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Nîqaş û piştevaniya derbarê referandûma li ser Serxwebûna Herêma Kurdistanê de her berdewam dikin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî diyar kiribû ku ew ê çarenûsa xwe diyar bikin. Piştevaniya ji bo referandûma serxwebunê li bakurê Kurdistanê jî berdewam dike.

Ji bo Referandûma Serxwebûnê ya ku dê di demek pêş de pêk bê,ligelek deveran daxuyaniyên piştgiriyê tên belavkirin. Partî û saziyên li bakurê Kurdistanê jî piştgiriya referandûmê dikin û vê hewlê bi awayekî erênî dinirxînin.

Rêveberiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Êliha bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgiriya xwe ya ji bo referandûmê da diyarkirin. Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk rave kir ku bêguman ew piştgiriyê didin referandûmê û Kurdistanek serbixwe. Ozçelîk got, bila hemû partiyên Kurd yên di nava Tirkiyê de piştgiriyê bidin Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî.

Serokê PAKê Ozçelîk wiha got:"Îro ev referandûma ku li başûrê Kurdistanê tê mûnaqeşekirin û pirsa serxwebûna Kurdistanê biya me dê diyariya herî mezin be ji bo wan şehîdên Enfalê û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê. Ji ber vê em wek PAK bê tereddût piştgiriya referandûmê dikin."

Bi bîr û boçûna saziyên civakî yên li Êlihê çawa ku li cîhanê gelek welatan bi referandûmê mafê serxwebûnê bidest xistibin, mafê Herêma Kurdistanê jî heye ku bi biryara gelê xwereferandumê bike û serbixwe be. Li gorî rêveberên saziyên bajêrger kêşeya DAÎŞê nînbûnadê referandûm di demek zûtirînde pêk bihata.

SerKomeleya Ilmê Doç. Dr Davûd Okcu wiha axifî:

"Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ferman daye û amadekariyên referandûmê tên kirin. Lê mixabin DAIŞ nahêle û referandûm her tê taloqkirin,ji ber ku di navbera pêşmerge û çeteyên DAIŞê de şer berdewam dike. Referandûm mafê hemû gelan e."

Partî û saziyên bakurê Kurdıstanê rave dikin ku ger referandûma başûr bi awayekî serkeftî pêk bê,eger heye ku kêşeya bakurê Kurdistanê jî bi rêya siyasî bê çareserkirin.