Bandora rewşa awarte li ser rojnamegeriyê

Hewiha berî hewla darbeya leşkerî 30 xebatkarên çapemeniya Kurd û muxalif hatibûn girtin û piştî ragihandina rewşa awarte jî 42 rajnamegerên din hatin girtin.
kurdistan24.net

 

K24-Enqerê

Li Tirkiyê digel ragihandina Rewşa Awarte bi biryarnameyeke yasayî saziyên çapemeniyê û rojnamger hatin girtin. Gelo Rewşa Awarte dê li ser rojnamegeriyê bandorek çawa bihêle û dê li dij çapemeniya Kurd û opozisyonê jî operasyon bên kirin an na? Rojnamederan ev yek nirxandin.

Li Tirkiyê piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an ji aliyê Serokkamariya Tirkiyê ve ji bo sê mehan Rewşa Awarte hate ragihandin û bi biryarnemeya yaseyî 3 ajansên nûçeyan, 16 qenalên televîzyonê, 23 qenalên radyoyê, 45 rojname, 15 kovar û 26 veşanxane bi îdiaya

ku girêdayî Cemaeta Fettullah Gulen in hatin girtin. 

Bi rewşa awarte û ragihandina biryarnameyên yasayî, rojnamgerên li Tirkiyê di nava metirsiyekê de dihêle. Rojnameger rave dikin ku her çiqas hewla darbeyê hatibe sekinandin jî bi ragihandina rewşa awarte egerek zêde heye ku sazî û rojnamegerên muxalif jî bên girtin.

Rojnameger Yaşar Aydin wiha got:"Karê rojnamegeran berî15ê Tîrmehê jî ne baş bû, lê belê piştî hewla darbeyê zextên li ser çapemeniyê hêj zêdetir bûn. Heger Rewşa Awarte bê dirêjkirin,em Erdogan û deshilatdariya AKPê nas dikin. Ew nasekinin,dê berêxwe bidin hemû kesên li dijî wan."

Rojmamegerên ku di salên 1980ê û 1990an de di Rewşên Awarte de karê xwe dikirin amaje dikin ku ji ber van rewşan, herî zêde rojnameger û çapemeniyê zirarên mezin dîtine û her hikûmeta dihate ser kar li gorî xwe çapemeniya xwe ava dikir. Bi boçûna rojnamegeran ger Rewşa Awarte bê dirêjkirin wê çaxê dê hemû saziyên çapemeniyê yên li dij hikûmetê bên girtin û dê kêşeya rojnamegeriyê kurtir bibe.

Rojnameger Namik Durukan wiha axifî: 

" Bi salan min di heyama Rewşa Awarte de xabatên xwe maşandin. Ger ev Rewşa Awarte tenê ji bo girtin û paqijkirina endamên rêxistina Cemata Fettullah Gulen bin ez ne bawerim ku kêşeyên din derkevin. Lê ger Rewşa Awarte bê dirêjkirin û endamên Cemaata Gulen hemû neyên girtin, dê ev operasyon belavbibe li hemû cihan û dê Ewropa jî bertekan nîşanî vê yekê bide."

Rojnameger amaje dikin ku her çiqas rayedarên dewletê bibêjin ku operasyon tenê ji bo endamên Cemaeta Fetullah Gûlen in jî, ger Rewşa Awarte bê dirêjkirin dê dor bê çapemenîya opozisyon û Kurdan jî. Hewiha berî hewla darbeya leşkerî 30 xebatkarên çapemeniya Kurd û muxalif hatibûn girtin û piştî ragihandina rewşa awarte jî 42 rajnamegerên din hatin girtin.