Brîtanya koşka Sedam bombebaran dike

Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyayê ragihand, firokeyên wê êrîşî ser pêgehên DAIŞê li bajarê Mûsilê kirin û koşka Sedam Hisên dîktetorê berê yê Iraqê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyayê ragihand, firokeyên wê êrîşî ser pêgehên DAIŞê li bajarê Mûsilê kirin û koşka Sedam Hisên dîktetorê berê yê Iraqê bombebaran kirin.

Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de aşkere kir, firokeyên wê yên cura “RAF” di nûtirîn êrîş li ser pêgehên DAIŞê li Mûsilê koşka Sedam bombebaran kirin, ku ji aliyê DAIŞê ve wek navendeke perwerdekirina leşkerî bikar dihat.

Wezîrê Bergîriyê Brîtanyayê Michael Cathel Fallon ragihand jî, ku demek e firokeyên wan yên şerî çavdêriya koçka Sedam dikin, ku wek pêgeheke çalak ya DAIŞê ye. Firokeyên wan jî ji sedî sed armanca xwe bicih anîne.