Yuksekdag: Ne girîng e Erdogan li me bibore yan na
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag li parlementoya Tirkiyê derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê ya hemû dozênxwe li dijî partiyên opozîsyonê vedikişîne, tenê dozên li dijî HDPê venakişîne de, got: “Bo me ne girîng e li me bibore yan na.”
Yuksekdag got jî: “Bê hejmar doz derbarê me de hene, Parêzbendiya me jî tune ye, li siyaset û li parlementoyê jî ti ewlehî û asayişa me jî tune ye, lê dîsa ne bi fêlbazî û ne bi dilreşî û tunûtûjî me siyaset nekiriye. Tiştekî me tune ye ku ji berve şerm bikin. Tenê ew xelkê ku em hilbijartine , dikarin me dadgeh bike.”
Parêzgerê Erdogan Huseyin Aydin ragihandibû ku, Erdogan zêdetirî 3 hezar doz bi tuhmetên sivikî yan bêrêziyê vekirine û dê hemûyan paşve vekişîne, lê tenê dozên li dijî rayedarê û endamên HDPê ew venakişîne.