Derheqê Bulend Arinç û Huseyin Çelîk de doz tê vekirin

Derheqê Bulend Arinç û Huseyin Çelîk de, bo pêwendiya wan bi derbeya 15'ê Tîrmehê re doz tê vekirin.

K24 – K24

Derheqê Bulend Arinç û Huseyin Çelîk de, bo pêwendiya wan bi derbeya 15'ê Tîrmehê re doz tê vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, amadekariyê dike derbarê Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyê Bulend Arinç, Berdevkê berê yê Hikûmeta AK Partî Huseyin Çelîk, Wezîrê Dadê yê berê Sadulah Ergîn û Wezîrê Sporê Sûat Kiliç de doz veke.

Parêzer Burak Bekîroglu serî li dozgeriyê dabû ku, pêwendiyên Arinç, Çelîk, Ergîn û Kiliç yên bi Cemaeta Gulen re bên lêpirsîn.

Hatibû îdîakirin, her çar wezîran pêşiya rêxistina Gulen vekirine û piştevaniya wan kirine.