“Pêwîst e mijara tevlîbûna Tirkiyê bo YEyê bidawî were”

Serokwezîrê Austuryayê Christian Kern dibêje, ewê hewl bide ku pêvajoya endambûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê bidawî were.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Austuryayê  Christian Kern dibêje, ewê hewl bide ku pêvajoya endambûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê bidawî were.

Serokwezîrê Austuryayê  Christian Kern ji Televîzyona Austuryayê “ORF” re ragihand ku, pêvajoya guftûgoyên endambûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê xeyalên dîplomatîk in û pêwîst e ev pêvajo were sekinand in. Ji ber ku şert û mercên demokratîk bi tena serê xwe têr nake.

Kern got ewê vê mijarê di Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya 16ê Îlonê de ligel Serokên Ewropî biaxive.

Serokwezîrê Austuryayê  berî niha jî derbarê Tirkiyê de daxuyaniyên tund dabû û diyar kiribû ku, Tirkiye ji aliyê aborî ve pêwîstiya wê bi Yekitiya Ewropayê heye. Ger Tirkiye dijîtiya Yekîtiya Ewropayê bike, dê aboriya wê têk biçe.