17 tankerên petrolê yên DAIŞê hatin teqandin

Firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, karwaneke tankerên petrolê yên DAIŞê armanc kir û hemû tankerên DAIŞê şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, karwaneke tankerên DAIŞê armanc kir û hemû tankerên DAIŞê şewitandin.

Efserê di artêşa Iraqê de Raêd Emîn Şêxanî ji K24ê re ragihand ku, 17 tankerên DAIŞê li nêzîkî Geyara li başûrê Mûsilê petrol bar kiribûn, ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatin bombebarkirin û tevahiya tankeran hatin şewitandin.”

Şêxanî got jî, çekdarên DAIŞê dixwastin bi wan tankeran petrola reş bo hin deverên şer veguhêzin, bo agir vêxin û asman bi dûmana reş bigire, da ku rê li pêş bombebarankirina firokeyên hevpeymanan bê bigirin. Lê firokeyan ew tanker ermanc kirin û tevahiya tankeran şewitandin.