Daişê 85 kes kûştin

Çekdar ên Daişê 85 hevwelatî yên sivîl li qeza ya Hewîce kuştin.

k24- Hewlêr

Çekdar ên Daişê 85 hevwelatî yên sivîl li qeza ya Hewîce kuştin.

Fermandeyek ê Heşd a Şeibî, tekez kir ku evro Şembîyê, 85 hevwelatî yên sivîl li qeza ya Hewîce, li rojava ya Kerkûkê kuştin û bi sedan malbat ên deverê jîyan a wan di metirsîyê de ye û ji alî yê çekdar ên Daişê ve hatîne girtin û gef a sêdaredanê li ser wan heye.

Ewî fermadar ê Heşd a Şûeibî ku bi Ekmeimûrî dihê nasîn, gotîye: Zanyarî yên saloxvanî amaje bi wê yekê dikin ku ew kes ên Daişê kuştinîne 85 hevwelatî yên sivîl in û hijmarek a ji wan hewelatîyan jin û zaro ne. ev ji bilî ku bi sedan malbat ên din hatîne ragirtin û gef a sêdaredanê li ser wan heye.

Herweha ragehandîçye: Term ên kuştîyan heya niha li deştê hatîne havêjtin û çekdar ên Daişê nahêlin kesûkar ên wan bi axê re bispêrin, lew ew a li Hewîce çê dibe tawan a komkujî ye dijî sivîlan.

Ew rewş a dever a Hewîce gehiştîye astekê ku pirranî ya alî yên sîyasî û serbazî yên deverê daxwaz dikin lezê bikin ji despêkirin a operasyûn a rizgarkirin a Hewîce daku rê ji wan xwînrêtin a berdewam bihê girtin.