Li Helebê Fermandarê Hêzên Taybet ê rejîma Sûriyê hate kuştin

Di şerê bajarê Helebê de hate kuştin.

K24- Navenda Nûçeyan

Şerûpevçûn li bajarê Helebê ku dikeve bakurê Sûriyê di navbera girûpên opozîsyonê û Artêşa rejîma Sûriyê berdewam e, di encama duh,  fermandarê Hêzên taybet Mehmûd Ezîz Hesen hate kuştin.

Tora nûçeyên Tertûsê ragehand ku duh,  Li bajarê Helebê di encama şerê li wî bajarî  di navbera girûpên opozîsyonê û Artêşa rejîma Sûriyê û li gor çavkaniyên navxweyî kuştina fermandarê Hêzên Taybet ê rejîma Sûriyê lîwa Mehmûd Ezîzî Hesen hate ragehandin.

Fermandarê ku hatî kuştin lîwa Mehehmûd Ezîz bilindtirîn pileya leşkerî bû heta niha di şerê li wî welatî de tê kuştin piştî kuştina her yek ji Emîd Yasir Mihsin û emîd Emar Bûtî.

Fermandarê Hêzên Taybet ên Sûriyê Mehmûd Ezîz Hesen ji bajarê Safîta ye ser bi parêzgeha Tertûsê ku piraniya nişteciyên wê Ewlebî ne û alîgirên Serokî rejîmê Beşar Esed in.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di heyama heftiyekê de 500 kes di vekirina dorpêça li ser bajarê Helebê de hatin kuştin.