Bayik: Derbekaran di nav şertên şer de amadekariyên xwe kirin

Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik dibêje, derbekaran di nav şertên şer de xwe rêxistine û hikûmet û serokomar jî hemû pêwîstiyên wan bi cih anîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik dibêje, derbekaran di nav şertên şer de xwe rêxistine û hikûmet û serokomar jî hemû pêwîstiyên wan bi cih anîne.

Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik, ji ajansa “ANF” re pêşketinên salekî nirxandin û got, ji ber ku HDP têkoşîna demokrasî bi xwe re sînordar kiriye, ragehandinên xweserî negihîştine armancê.

Bayik bal kişand ser hewldana derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û da xuyakirin, hemû piştevanî bo wan hate kirin ku kurdan tune bikin. Ev jî bû sedem ku derbekaran bi asanî amadekariyên xwe kirin, ku di nav şer de parêzbendiya wan hebû.

Bayik got, wan hêzên xwe ji navenda bajaran paşve kişandine, lê bi awayekî çalak li metropolên Tirkiyê û bajaran şer dikin û êdî şer bi çiyê ve sînordar nakin.