Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê ji êrîşekê rizgar bû

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihand ku, Wezîrê Bergîriyê Xalid Ubêdî ji hewleke terorîkirinê rizgar bû, piştî ku ew li başûrê Mûsilê karwana wî bi topeke Hawinê hate armanckirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihand ku, Wezîrê Bergîriyê Xalid Ubêdî ji hewleke terorîkirinê rizgar bû, piştî ku ew li başûrê Mûsilê karwana wî bi topeke Hawinê hate armanckirin.

Wezareta Berîgîriyê ya Iraqê di daxuyaniya de ragihand, di dema Ubêdî li serdana eniyên şer yên artêşa Iraqê li başûrê Mûsilê dikir, li nêzîkî gundê Îmam karwana wî bi topeke Hawinê hate armanckirin.

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê aşkere kir jî, ku di encama armanckirina karwana Ubêdî de, ti ziyanên canî nebûn.

Herwiha daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku, serdana Wezîrê Bergîriyê ji wê navçeyê re, di çarçoveya amadekariyê bo destpêkirina operesyona kontrolkirina Mûsilê de bû.