Bazên Azadiya Kurdistanê tola bidarvekirina Kurdên hildidin

Wek tolhildanekê li ser bidarvekirina ciwanên Kurd, Bazên Azadiya Kurdistanê êrîşî binkeyeke polîsan li Serdest ya Rojhilatê Kurdistanê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wek tolhildanekê li ser bidarvekirina ciwanên Kurd, Bazên Azadiya Kurdistanê êrîşî binkeyeke polîsan li Serdest ya Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Berpirê Pêwendiyên Partiya Azadiya Kurdistanê Xelîl Nadirî ji K24ê re ragihand, Bazîn Azadiya Kurdistanê ku çaneke veşartî ya Partiya Azadiya Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê ye, îro demjimêr 16:00 êrîşî ser binkeyeke polîsan ya hejmar 11 li bajarê Serdeşt kirin.

Nadirî diyar kir ku, ev çalakî wek tolhidanekê bû ji bo bidarvekirina 26 xortên Kurd, ku di hefteya borî de li zîndanên Îranê hatin bidarvekirin.

Ji aliyekî din ve, jêdereke din ji nava Rojhilatê Kurdistanê piştrast kir, ku îro berêvarê bi narincoyekê êrîş li ser binkeya polîsan li Serdeşt hate kirin, lê heta niha ti amarên kuştî û birîndaran nehatine aşkerekirin.