Li Wanê 13 kes bi tuhmeta PKKê hatin girtin

Li Wanê ya Bakurê Kurdistanê di operesyonekê de 13 kes bi gûmana alîgirên PKK û KCKê ne hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Wanê ya Bakurê Kurdistanê di operesyonekê de 13 kes bi gûmana alîgirên PKK û KCKê ne hatin girtin.

Hat ragihandin ku, li Wanê û çend cihên din derdora wê, li ser zanyariyên hewalgîriyê hêzên polis û dije terorê îro danê sibê dest bi operesyonekê kirin.

Di encama wê operesyonê de 13 kesên bi gûman, Kilanşîkovek, tivingeke Raw, du damace, hejmarek gule û çend pirtûkên ser bi PKKê ve hatin desteserkirin.