Berhem Salih pesna rola Îranê dide

Şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Îranê bi Sekreterê Encûmena Bilind ya Asayişa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî re civiya. Şemxanî jî ragihand, gûmana Îranê tune ye, ku partiyên Kurd dixwazin beşdariyê di warê siyasî û aborî de di çarçoveya Iraqekî yekgirtî de bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa ”IRNA” ya Îranî belav kir, Şemxanî ji şanda YNKê re ragihand, Îran amade ye di çarçoveya stratîjiya hikûmeta bexdayê de pêwendiyên siyasî û aborî bi Herêma Kurdistanê re geş bike, ji ber ku gûmana Îranê tune ye, ku partiyên Kurd dixwazin beşdariyê di warê siyasî û aborî de di çarçoveya Iraqekî yekgirtî de bikin.

Herwiha di wê hevdîtinê de, Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih pesna pêngavên Îranê di çarçoveya şerê li dijî terorê de da û ragihand, ferehkirina pêwendiyan bi Îranê re girîngeyeke wê ya taybet bo Herêma Kurdistanê heye.

Di hevdîtinê de, behsa pêwendiyên di navbera Îranê û partiyên Kurdî hate kirin û di wê derbarê de Şemxanî got: “Pêwendiyên kûr û dîrokî bi partiyên Kurdî re hene, ku behsa pêwendiyên kûr bikin, nabe jî rola Celal Talebanî bê jibîrkirin.”

Şamxanî di civînê de bi Berhem Salih re gotiye ku, pêwîst e tevahiya pêkhateyên Iraqê pêkve di Iraqekî yekgirtî de bijîn. Şemxanî tekezî li wê yekê kir, ku hin welatên biyanî û yên herêmê naxwazin pirsgirêka DAIŞê çareser bibe û bidawî bibe.

Êvara roja 7 Tebaxê. Şandeke bilind ya YNKê li ser daxwaza Îranê gihêşte Tehranê û biryar e çend hevdîtinên din bi berpirsên pilebilind yên Îranê re bikin.