Holanda li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam e

Serokwezîrê Holanda Mark Rote ragihand, ligel welatên Ewropayê hewl didin ji aliyê mirovî ve alîkariya Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha Rote hewla xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşwazîkirina hejmareke mezin ji penberan, bilind nirxand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Holanda Mark Rote ragihand, ligel welatên Ewropayê hewl didin ji aliyê mirovî ve alîkariya Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha Rote hewla xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşwazîkirina hejmareke mezin ji penberan, bilind nirxand.

Mark Rote di hevdîtinekê de bi Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re tekezî li ser pêwendiyên di navbera Holenda û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir. Herwiha li ser perwedekirin û dabînkirina pêwîstiyên hêza Pêşmerge jî dupat kir.

Ji aliyê xwe ve, Barzanî amaje bi rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kir, wek şerê li dijî DAIŞê, hatina hejmareke zêde ji penaberan û krîza darayî, ku welatên dost dikarin di van waran de alîkariya herêma Kurdistanê bikin, da ku ji vê rewşê derbas bibe.

Derbarê operesyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê û beşdariya hêza Pêşmerge di wê operesyonê de, Barzanî ragihand, tê çaverêkirin bi sedema wê operesyonê hejmareke mezin ji koçberan bi ser Herêma Kurdistanê de werin, ku alîkariya wan ji karînên hikûmeta Herêma Kurdistanê mezintir e, ji ver vê yekê pêwîst e civaka navdewletî û bi taybetî welatên dost alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê zêde bikin.

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand, ku ew pirsgirêk bi riya guftûgoyê çareser dibin.