Li Bexdayê 11 zarokên şîrmij canê xwe ji dest dan
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Li Baxda 11 zarokên bişîr ango şîrmij li nexweşxaneya El-Yermûk ji encama şewatekê canê xwe ji dest dan.
Derbarê wê bûyerê Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku şewatek li nexweşxaneya El-Yermûk çêbû, di encam de 11 zarokên bişîr ango şîrmij, da zanîn ku di wê bûyerê de 7 zarok û 29 jin jî ji şewatê hatine rizgarkirin.
Herwiha Wezaretê sedemên şewata wê nexweşxaneya dayêkbûnê diyar nekir.