Nûnerê Obama serdana Hewlêrê dike

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brêtt McGurk ku duh gihêştibû Bexdayê, biryar e îro jî serdana Herêma Kurdistanê bike.

K24 – navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brêtt McGurk ku duh gihêştibû Bexdayê, biryar e îro jî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Li gor daxuyaniya Balyozxana Amerîka li Bexdayê, Brêtt McGurk li Bexdayê bi berpirsên Iraqê yên di warê karûbarê hevkariya Amerîka û Iraqê re dicive. Herwiha bi Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re dicive.

Balyozxaneya Amerîka li Baxdayê amaje bi wê yekê kir, McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike û alîkariyên Amerîka ji Herêma Kurdistanê re û plana rizgarkirina Mûsilê gotûbêj dike.