Dije teror û hêzeke Amerîkî serkirdeyekî DAIŞê li Qaim dikujin

Hêzeke hevbeş ya dije terorê ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û hêzeke teybet ya Amerîka, berpirsê Çavkaniyên Sirûştî yê DAIŞê bi navê Samî Casim Mihemed Cibûrî û alîkarê wî kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzeke hevbeş ya dije terorê ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û hêzeke teybet ya Amerîka, berpirsê Çavkaniyên Sirûştî yê DAIŞê bi navê Samî Casim Mihemed Cibûrî û alîkarê wî kuştin.

Îro danê sibê, hêzeke taybet ya Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û hêzeke taybet ya Amerîkayê di operesyoneke hevbeş de kûrahiya xaka dijmin de li navçeyeke nêzîkî bajarokê Qaim li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de karîn terrorist Samî Casim Mihemed Cibûrî yê naskirî bi navê (Hacî Hamid) û alîkarê wî bikujin.

Terrorist Hacî Hamid Berpirsê Giştî yê Çavkaniyên Sirûştî û yek ji serkirdên bi navûdeng yê DAIŞê bû.

Piştî encamdana oprersyonê, hêza hevbeş bi saxî vegeriyan navendên xwe.