Ebadî: Qonax a sêyem a operasyon a rizgarkirin a Musulê dê destpê bike

Serokwezîrê Iraqê dibêje: di van nêzîkan de Qonaxa sêyem ya Operasyona rizgarkirina Musulê destpê dike .

K24- Hewlêr

Serokwezîrê Iraqê dibêje: di van nêzîkan de Qonaxa sêyem ya Operasyona rizgarkirina Musulê destpê dike .

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di peyvekê de, amaje bi dawî hatina qonaxên yek û dûyê kir û got Qonaxa sêyem ya Operasyona rizgarkirina Musulê destpê dike.

Ebadî got,  heman ew hêzên beşdarî di kontrolkirina Feluce de kirin, dê beşdarî şerê Musulê jî bibin. Hêzên Iraqê, bi beşdariya çekdarên Hêlan pêşketinên berçav, di kontrolkirina navçeyên başûrê Musulê de bidest xistin e.