Qedeya li gundên Diyarbekirê hat rakirin

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku, ew qedexeya ku di 9ê Tebaxê ve li 14 gund û taxên Farqîn, Pasûr û Liceyê hatibû ragiahandin, piştî ku operasyon xilas bûne hatiye rakirin.

K24 – Diyarbekir

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku, ew qedexeya ku di 9ê Tebaxê ve li 14 gund û taxên Farqîn, Pasûr û Liceyê hatibû ragiahandin, piştî ku operasyon xilas bûne hatiye rakirin.

Hat diyarkirin ku, bi mebesta operasyonên li dijî PKK – KCKê pêk bînin li derdorê hersê navçeyan ji bo ku kesên sivîl nebin armanc, qedexe hatiye raghandin, lê piştî ku ew operasyon xilas bûne, ji 12ê Tebaxê demjimêr 5:00-an de qedexe jî nema ye.

Di 9ê tebaxê de, li 3 gundên Farqînê, 5 gundên Liceyê û 6 gundên Pasûrê qedexe hatibû ragihandin.