Pêşmerge bi 10 K.m pêşve çûne

Pêşmerge hawla kontirolkirina 11 gundan dikin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmerge danê vê sibehê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê li her du mihwerên Giwêr û xazir ku nêzîkî bajarê Mûsilê ne dest pê kir.

Li gor dawî agahiyên peyamnêrê K24ê li mihwerê şer firokeyên Hevpeyamaniya Navdewletî otombîleke bombirêjkirî ya çekdarên DAIŞê li nêzîk gundê Stêhe teqandin, ku dixwestin xwe bi hêzên pêşmerge de biteqînin.

Heta niha hêzên pêşmerge bi 10 K.m pêşveçûne û 3ê gund li wî sînorî rizgarkirine û qonaxa yekem a operasyona xwe cîbe cîkirine.

Demijmêr 5:00 sibehê Hêzên Pêşmerge li her du mihwerên Xazir û Giwêr bi armanca kontirolkirina 11 gundan dest bi operasyonekê berfireh kirin.

Operasyon bi serperiştiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî bi rêve diçe, heta niha hêzên pêşmerge karîne her du gundê Qerqeşe û Ebzex ji destê DAIŞê rizgarbikin, herwiha gundê Hemra jî kontirolbikin.

Li gor agahiyên K24ê çekdarên DAIŞê berevaniya xwe nemaye, da zanîn tenê mayînan bi şûn xwe ve dihêlin da ku rêgiriyê ji pêşveçûnên pêşmerge re bigrin, lê pêşmrege di pêşveçûnên xwe de berdewamin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku piştî kontirolkirina gund û navçeyan tîmên pûçkirina bombe dest bi paqijkirina gund û cadeyan ji mayînan kirin.