Ji Şaredariyên Bakur re Qayim Tên Şandin

Ligel ku, şer û pevçûn di navbera Dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li Bakurê Kurdistanê didome, Parêzbendiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hat rakirin û niha jî hewldana ku Qayim ji bo Şaredariyên di destê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de bên şandin heye.

K24 – Diyarbekir

Pêşnumeya ku hikûmeta Tirkiyeyê bikaribe Qayiman destnîşan bike û bişîne, ji Ji lijneya bin parlamentoya Tirkiyê de derbes bûye û tê çaverêkirin ku, di demeke kurt de li Parlamentoyê jî bê gengeşî kirin.

HDP û DBPê jî ragihandiye ku, dê di 15ê Tebaxê de, li ber şaradariya Diyarbekirê, bi beşdariya hevserokên şaredariya mezin a Diyarbekirê Firat Anli – Gultan Kişanak û Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatîn Demirtaş daxuyaniyekê bidin.

Biryara qayûma wek hewldaneke li dijî demokrasiyê tê nirxandin û ji aliyê sazî û komeleyên civakî ve jî tê rexne kirin.