Piştî Minbicê rizgarkirina Babê û şikestina dorpêça li ser Efrînê ye

Piştî rizgarkirina Minbicê, hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berve navçeya Babê bi pêş ve diçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî rizgarkirina Minbicê, hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berve navçeya Babê bi pêş ve diçin.

Operesyona rizgarkirina Minbicê, roja 1 Hezêrana 2016an dest pê kir, roja 12 Tebaxê Encûmena Leşkerî ya Minbicê karîn Minbicê bi tevahî rizgar bikin.

Girîngiya rizgarkirina Minbicê ew e ku Heleb, Reqa, Mûsil û Entabê bi hevre girêdidan û cihê çûnûhatina DAIŞê bû. Lê HSDê operasyona rizgarkirina Minbicê dest pê kir û Minbic rizgar kir.

Rizgarkirina Minbicê bû cihê bayixa medyaya cihanê û wêneyên rizgarkirina welatiyên sivîl yên Minbicê bi awayekî berfereh belav bûn. Balkêştirîn wêneyên rizgarkirina Minbicê, dîmenên ku K24ê belav kiribûn, bûn, tê de jinan paçeyên reş dişewitandin, mêran riyên xwe bi meqesê kur dikirin û şervanên jin yên Kurd bi germahî pêşwaziya jinên Minbicê dikirin.

Yekîneyên Kurdî û hejmareke ji hêzên Erebî yên pê re hevpeyman li Minbicê ne, encûmeneke nû bi navê Encûmena Leşkerî ya Babê dadimezrînin. Biryar e di qonaxa piştî rizgarkirina Minbicê, dest bi operesyona rizgarkirina Babê bikin.

Bab pireya çûnûhatinê ya DAIŞê bo Reqayê berve navçeyên bakurê Sûriyê û sînorê Tirkiyê.

Berê Tirkiyê hişdarî dabû Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û HSDê ku nabe çemê Firatê derbas bikin û nêzîkî sînor bibin. Ji ber ku Cerablus hevsînorê Tirkiyê ye, hikûmeta Enqerê razî nebû ku şervan Cerablusê rizgar bikin, niha jî DAIŞ tê de ye.

Bi rizgarkirina Cerablusê hêzên Kurdî gaveke girîng ji bajarê Ezazê nêzêk dibin, ku Tirkiyê bi tundî dijî wê yekê ye ku bikeve destê hêzên Kurdî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokwezîrê berê Ahmed Davutoglu bi berdewamî red dikirin ku Ezaz bikve destê hêzên Kurdî.

Bi rizgarkirina Ezazê, derfeta bingeha herêmeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê durist dibe, ji ber ku Ezaz her du herêman Efrîn û Kobanê bi hev ve girêdide.

Niha bi rizgarkirina navçeya Babê ku digihe rojavayê Minbicê û bakurê rojhilatê Heleb, riya sereke ya di navbera Reqa û Tirkiyê de tê girtin û pêwendiya Reqayê bi cîhanê re namîne.

Di heman demê de bi rizgarkirina Babê, hêzên Kurdî dikarin bigihin Efrînê û herêmên Minbic û Kobanê û Cezîrê bi hev ve girêbidin, bi vê yekê jî êrîşî Reqayê dikin. ji aliyekî din ve, bazina êrîşên DAIŞê li ser navçeyên sînorî yên bakurê Sûriyê û hevsînorê Tirkiyê didin.