Gelo HDP li derveyî prosesê tê hiştin?

Nebûna HDPê li Tirkiyê bû yek ji mijarên danûsatindinê.
kurdistan24.net

K24-Navenda nûçeyan

Ligel ku di hewla darbeya leşkerî de di nava deklerasyona giştî de cih girt jî di komcivîna hemû partiyên siyasî ya di bin Serokkomariyê de HDPê cih negirt û herî dawîn jî li derveyî Komîsyona Biçûk ya Destûrê ma. Li ser vê rûdanê ew şika ku "gelo mimkûne HDP li derveyî prosesa sazkirina pergalê ya ji nûve û Destûra Nû bimîne" kete rojeva Tirkiyê.

Piştî 4ê Sibatê yekem car di 12ê Tebexê ew Komîsyana Biçûk ya Destûrê li parlamentoya Tirkiyê civiya û derbarê darazê û Lijneya Dozger û Dadgêran de biryarên giring hatin wergirtin. Nebûna HDPê li Tirkiyê bû yek ji mijarên nîqaşê. Siyasetmedar, nivîskar û rojnamgeran nebûna HDPê wek xetereyekê nirxand.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen ji mîkrofona Kurdistan 24ê re axivî û derbarê nebûna HDPê ya di nava komîsyona destûrê de nirxand. Bîlgen diyar kir ku ew şert û mercên demokratîk ên çêkirina destûrê bi rêya yaseyan hatiye diyarkirin. Dema ku herkes di nava vê prosesê de cih negire ne mimkûne ku rêveberiyeke demokratîk ava bibe. Ji ber ku di destûran de erkê meşrû ji wan pêkhateyên civakê yên ku di wê prosesê de cih digirin tê wergirtin.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen  wiha got:"Partiyeke ku di nava parlamentoyê cih digire dema li derve bimîne, ev yek wê helwesta dûbendîkirinê kurtir bike rê li ber cudaxwaziyê veke. Hem ew partiyên ku tevî vê komîsyonê bûne û hem jî ew derûdorên ku ji bo destûreke demokratîk têdikoşin helwesta xwe eşkere nîşan bidin."

Li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ku gotibû "wê HDP di nava prosesê de cih bigire" jî Bilgen da zanîn ku diyar e ew gotinên Serokwezîr tiştekî ifade nakin, ev proses ji aliyê wê vîna ku ne ya gele ve tê plansazkirin. Lewre tê xwestin HDP li derveyî wê komîsyona esas ya destûra nû bê hiştin. Li hemberî van daxuyaniyên Bîlgen, parlameenterê Kurd yê AK Partiyê Orhan Mîroglu jî diyar kir ku proseseke ku tê xwestin HDP li derve bimîne nayê plansazkirin û ew jî dê di nava Komîsyona Destûra Nû ya Parlamentoyê de cih bigirin.

Parlamenterê AK Partiyê Orhan Mîroglu wiha got:

"Dîtinên AK Partiyê nehatine guherandin. Di komîsyona berê de HDP jî dihate temsîlkirin. Li parlamentoyê HDP tê temsîlkirin. Em naxwazin HDP li derveyî vê yekê bisekine. Biryareke AK Partiyê bi vî rengî tuneye. Ew endîşeya Birêz Ayhan ne di cih de ye."

Herwiha Mîroglu got, beriya hilbijartina destûra bingehîn di guherandina 60 xalan de HDPê biryara xwe ya rastîn ragihandibû û ligel AK Partiyê û her dû partiyên din bû. Piştî vê daxuyaniya Mîroglu jî diyar e ku ev mijara ku rê li ber nîqaşan vekiriye wê di hefteyên pêş zelaltir bibe.