Di 5 mehan de li Rojhilat 53 kolber hatin kuştin

Navenda çalakvanên mafê mirova ragihand, di 5 mehên borî de li sînorê Rojhilatê Kurdistanê 53 kolberên Kurd bi teqeyên raseterast ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda çalakvanên mafê mirova ragihand, di 5 mehên borî de li sînorê Rojhilatê Kurdistanê 53 kolberên Kurd bi teqeyên raseterast ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine kuştin.

Di heman demê de, ew navend amaje bi wê yekê dike ku, heta niha ti navendeke dadweriyê yê Îranê behsa wê amaran nekiriye.

Herwiha navenda çalakvanan diyar kir jî, ew kolber xelkê bajarên Merîwan, Serdeşt, Şino, Bane, Pîranşar û Nosûd in.

Ev yek di demekê de ye, ku hefteya borî kolberekî Başûrê Kurdistanê li xaka Başûr ji aliyê Pasdarên Îranê ve teqe rasterast lê hate kirin û hate kuştin.