Barzanî: PDK beşeke ji çareseriyê ye nabe sedema alozîkirina pirsgirêkan

Bi boneya salvegera 70emîn ya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistamê (PDK), Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û pîrozbahî li endam û alîgirên PDKê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya salvegera 70emîn ya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistamê (PDK), Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û pîrozbahî li endam û alîgirên PDKê kir.

Di beşeke peyama Barzanî de hat: “Bo çareserkirina pirsgirêk û giriftên navxweyî, PDK her beşek ji çareseriyê ye û nabe sedema alozîkirina zêdetir ya nakokiyan, ji ber wê hewl dide û hemû deriyekî ji guftûgo û gihêştina hev re veke bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan, yekrêzî û xweamadekirin bo qonaxên dahatû.”

Barzanî di peyama xwe de got: “Wek çawa di hemû rojên tarî de, PDK radest nebû û bi hêvî li pêşerojê temaşe kiriye, îro jî tevî hemû sextiyan bi hêviyên mezin li sibe dinêre û bi giraniya 70 salên temen û bi baweriya gelê Kurdistanê û bi hemû şêweyekî xebatê berve serkeftina yekcarî berdewam dibe.”

Herwiha di peyama Barzanî de hat jî: “Bi vê boneyê ku ligel serkeftina berdewam ya hêza Pêşmergeyên Qehreman, pîrozbahî û destxweşiya Pêşmerge dikim, bi rêz û pêzanîna damezrênerê PDKê Mistefa Barzanî yê nemir û tevahiya şehîdan dikin, rêz bo giyanên pîroz yên şehîdan û hêviya zû çakbûnê ji Pêşmergeyên birîndar re hêvî dikin.”