Li Hesekê şer û pevçûn derketin

Qedexeya hatinûçûnê di nava bajêr de hatiye ragehandin.

K24-Hesekê

li bajarê Hesekê şerûpevçûn di navbera Asayîşa Rojava û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rêjîmê ve şer û pevçûn derketin.

Peyamnêrê K24ê ji bajarê Hesekê ragihand ku, îro danê sibehê şer dest pê kiriye û çûnûhatin di navenda bajar de hatiye qedexe kirin. Herwiha hin welatî di nava bajêr de asê mane.

Peyamnêrê K24ê diyar jî kir ku, çekên curbecur di vî şerî de têne bikaranîn, ku ta niha jî ev şer di bazara Bajêr de berdewam e, û bi taybet li nêzîkî nexweşxaneya Îsam Bexdê û Dewara Merşo, di encamê de jî heta niha 2 endamên hêzên berevaniya Niştimanî canê xwe jidest dane.

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir ku, topên Hawinê li taxa Til Hecer li nêzîkî mizgefta Mosab Umêr, taxa Eskerî li nêzîkî nexweşxaneya Hikmê û li bazara nava bajêr ketin xwarê.

Ji ber bikaranîna nîşanvanan ji aliyê hêzên Berevaniyê ve, dikan,  bazar û dezgehên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin girtin. Şer û pevçûn gihêşt taxa Neşwa û navenda bajêr, ku xelkê sivîl ji nava bajêr reviyan malên xwe.

Herwiha peyamnêr aşkere kir ku, sedema vî şerî ew e ji ber Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rêjîmê ve ji heyama 10 rojan hin welatiyên Kurd di bajêr de desteser dike ku hin endamên leşkerî yên bi ser Rêveberiya Xweser ve jî di nav girtiyan de hene.