Li Dihokê pirtûk bi hezar dînarî tê firotin
K24-Navenda Nûçeyan
Bi armanca xwendina pirtûkan û kirîza darayî pertûxaneya Bedirxan nirxê her pitûkekê bi yek hezar dînarî difroşe.
Derbarê vê destpêşxeriyê xudanê pertûxaneya Bedirxan ji K24ê re wiha got: "Nebûna xwendevanan, kirîza darayî û rêjeya kêm ya xwendina pirtûkane, hemû corê pirtûkan tê de hene hejmara pirtûkan jî 8 hezar pirtûk in."
Herwiha da zanîn ku, ev destpêşxerî alîkariya xwendevana dike weke jêder bo lêkolîn û nivîsînên wan, da zanîn ku rêjeya xwendevana nîne.
Ji aliyê xwe ve nivîskar û rojnamevan Ismaîl Tahir aşkere kir ku, buhayê pirtûkan li gor kirîza aborî başe, maje bi destpêşxeriyê kir û diyar kir ku ev derfeteke divê xelik sûdê jê werbigrin.
Herwiha Tahir aşkere kir ku, bi giştî rêjeya xwendinê li hemû welatan kême lê li Kurdistanê zêde kême.