Yildirim: Bîlançoya herî dawî ya hewla kudetayê aşkere kir

Serokwezîrê Tirkiyê derbarê hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de da xuyakirin, heta niha 85 hezar kes ji kar hatine dûrxistin û 60 hezar kes hatine binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê derbarê hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de da xuyakirin, heta niha 85 hezar kes ji kar hatine dûrxistin û 60 hezar kes hatine binçavkirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim beşdarî bernameya televîzyona “TRT” bû û derbarê bîlançoya herî dawî ya hewldana derbeyê aşkera kir.

Yildirim got, heta niha girêdayî Cemaeta Gulen, zanîngeh, dibistan, komele û rojname jî di nav de 4 hezar û 262 sazî û dezge hatine daxistin û 85 hezar kes jî ji dezgehên hikûmî yên giştî hatine dûrxistin.

Yildirim da xuyakirin, piraniya wan hêzên ewlekariyê, 60 hezar kes hatine binçavkirin û ji wan heta niha 20 hezar kes hatine zindankirin.

Derbarê şeva derbeyê de jî Yildirim da zanîn, 240 kes ji hêla derbekaran ve hatine kuştin û ji derbekaran jî 36 kes hatine kuştin.