“Serkeftina Pêşmerge rê li ber serxwebûnê vedike”

Şerê li eniyên Xazir, Mexmûr, Giwêr ku ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve li dijî DAIŞ'ê hatibû destpêkirin, weke destpêka operasyona Mûsilê hat nirxandin. Operasyona serkeftî ya pêşmergeyan weke li gelek welatan di rojeva Tirkiyê de jî cih girt.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dfe7444f-15c7-4330-af6e-9341dc54b1d3/BerdewamiyaOperasyonaMusi.ism/manifest

K24 – Stanbol

Şerê li eniyên Xazir, Mexmûr, Giwêr ku ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve li dijî DAIŞ'ê hatibû destpêkirin, weke destpêka operasyona Mûsilê hat nirxandin. Operasyona serkeftî ya pêşmergeyan weke li gelek welatan di rojeva Tirkiyê de jî cih girt.

Pisporê navdar ê Rojhilata Navîn Faîk Bulut dibêje, ev operasyon bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê jî gelek girîng e û bi pêşketina Kurdan hêzên navneteweyî bi awayekê erênî li Kurdistanê dinêrin.

Bulut ji K24ê re wiha axivî: “Zeftkirina Mûsilê bi rastî şerekî gewre û psîkolojîk e. Serkeftina hêzên Kurdan ku li Mûsilê çêbû, ev prestîja Kurdan li nav cihanê dê zêdetir dike. Serkeftina operasyona Musilê dê rê li ber dewleta Kurdistanê vedike. Ku Kurd li herêmê her ku xurt bibe pêş biçe, bingeha avakirina dewleta Kurdan jî wê demê zûtirîn çêdibe.

Demeke dirêj e li ser operasyona Mûsilê nîqaşên wek kîjan hêz beşdar bibe tê kirin? Li gor Faîk Bulut Amerîka ji bo rê li ber girtina şerekî mezhebî şûna hêzên wek Heşdî Şeibî dixwaze pêşmerge were Mûsilê. Bulut wiha pê de çû: “Eger dema hêzên navneteweyî rojekê din av hêzên li herêmê tercîhekê bikin; tu yê kî bigirî? Hêzên wek Heşdî Şeibî bigirî yan hêzên pêşmergeyan? Ez bawer im hêzên pêşmerge dê bê tercîhkirin. Çimkî hêzên pêşmerge li gor hêzên din pêşkettir in û bi rêkûpêk in.”

Bulut amaje kir, ji bo serxwebûna Kurdistanê ligel operasyonên leşkerî pêwîstî bi dîplomasiyeke serkeftî jî heye. Bulut got: “Ji vir şûn de kîjan dewlet li Rojhilata Navîn bixwaze tiştekî bike, dê digel Kurdan tevbigerin. Yanê ti dewlet dê bêyî Kurdan nikarin ti armanca xwe pêk bînin. Loma rola Kurdan di vê sedsalê de gelek zêdetir bûye.”

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê serkeftinên şervanên Kurd bala hemû cîhanê kişand. Li gor Bulut sedsala 21'emîn dê bibe sedsala Kurdan.