Endamê Polîtbîroya PYKSê Îsmaîl Hemê koça dawî kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Polîtbîro herwiha Sekretêrê berê yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Îsmaîl Hemê koça xwe ya dawî kir.
Endamê Polîtbîroya PYKSê Îsmaîl Hemê, îro berbangê ji ber krîzeke dil di temenê 52 saliyê de koça xwe ya dawî li Qamişlo kir.
Komîta Navendî ya PYKS di daxuyaniyekê de ragihand, dê îro termê Îsmaîl Hemê demjimêr 11:00 ji mizgefta Faroq ya Qamişlo ve, berve gundê wî Til Dîk ya ser bi Dirbasiyê ve bi rê bikeve.