Pîlotbîroyên PDK û YNKê çend pirsan gotûbêj dikin

Hefetaya bê her du Pîlotbîroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin.

K24 – Hewlêr

Hefetaya bê her du Pîlotbîroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin.

Endamê Pîlotbîroya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand ku, bi mebesta gotûbêjkirina li ser pirsgirêkên naxweyî yên Herêma Kurdistanê her du pîlotbîroyên PDK û YNKê di hefteya bê de li Hewlêrê dicivin.

Pîre mijarên civînê aşkere kirin ku, çalakirina parlemento, krîza darayî, operesyona rizgarkirina Mûsilê, plana her du aliyan bo Kerkûk û Xurmatûyê, asayişa sînor û pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de, di civînê de têne gotûbêjkirin.

Biryar bû, di vê hefteyê de her du pîlotbîro biciviyana, lê bi mebesta amadekirina zêdetir ew civîn bo hefteya bê hate paşxistin.