Li Sûriyê 18 hezar kes di bin îşkenceyê de hatine kuştin

Rêxistina Lêborîna Navdewletî dibêje, 18 hezar kes di zîndanên rêjîma Sûriyê de di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêborîna Navdewletî dibêje, 18 hezar kes di zîndanên rêjîma Sûriyê de di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya di raportekê de aşker kir ku, kes ji meha Adara 2011an (Destpêka krîza Sûriyê) ve û ta sala 2015an bêhtir ji 17 hezar û 773 di zîndanên rêjîma Sûriyê de di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Roport diyar dike ku, rêxistinê ev bîlonço ji encama hevdîtinên ligel 65 kesî yên ku ji îşkenceyê hatine rizgarkirin, belge kiriye.

Di heman demê de rêxistina mavên mirovan hişyariyê dide civaka navdewletî ku fişarê li rêjîmê bike, ji bo rawestandina îşkenceyê di zîndanên rêjîma Sûriyê de.

Li gor tûra Sûriyê ya mafên mirovan, ku lîsteyeke wan bi navê 117 hezar kesî di zîndanên rêjîmê de heye. 

Li gor tora sûryê ya mafên mrovan , wan lîstên bi navê 117 hezar kes heye di zindanên rjîmê de , lê amarên ne fermî dbêjn nêzî 215 hezar girtî di zindanên rêjîma sûryê de hene.