Li Bakurê Kurdistanê teqîn zêde dibin

Şer û aloziyên li Bakûrê Kurdistanê, bi taybet piştî daxuyaniya KCKê ku digot dê çalakiyên nav bajaran zêdetir bibin, di nav hefteyekî de, bi sayereyên bombebarkirî 5 teqînên dijwar encam dan. Li Mêrdînê 1, Diyarbekirê 2 teqîn pêk hatibûn û herî dawî jî li Wan û Elezîzê li pişt hev bombe hatin teqandn.

K24 – Diyarbekir

Di teqîna Wanê ku şeva borî (di 17ê Tebaxê) de di demjimêr 11ê şevê de pêka htibû û di encamê de jî polîsek û 2 kesên sivîl hatibûn kuştin, 20 polîs û 53 sivîl jî bibîndar bûbûn. Li gor agahiyên parêzgariya Wanê kesekî ku wê teqînê pêk aniye jî birîndar hatiye girtin.  

Li Elezîzê jî, vê sibehê di saet derdorê 9 û nîvan de, otombîleke bombebarkirî, li baxçeyê Rêvebiriya Aşayîşa Elezîzê de hat teqandin û bi kêmtirîn 100 kes birîndar bûne û 3 kes jî canê xwe ji dest dane.