Berbirsê xwendevanên Rojava li Kurdistanê: Rewşa xwendevanan xirab e

Kirîza aborî û şerê li dijî DAIŞê bandor xwe li ser rewşa xwendevanan kir.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirs leqê Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Xwendevan û ciwanên Demokratî Kurdistan-Rojava Mervan Badînî ragehand ku, rewşa xwendevana di van salên dawî de pir xerabe, da zanîn ku kirîza aborî li Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê bandora xwe li ser rêjeya wergirtina xwendevanan li Kurdistanê kiriye.

Derbarê rewşa xwendevanên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêmê dimînin û xwendina xwe berdewam dikin Berpirs leqê Herêma Kurdistanê ya Yekîtiya Xwendevan û ciwanên Demokratî Kurdistan-Rojava Mervan Badînî li beşdarî di bernameya Rojabaş  de kir û ragehand ku rewşa xwendevanan pir xirabe.

Badînî da zanîn ku rêjeya xwendevana li Herêma Kurdistanê zêde ye, lê derfeta berdewamiya xwendinê bo hemiyan nehatiye dabîn kirin, diyar kir ku, qebûlkirina rêjeya xwendevanan ne di destê wan de ye lê hemahingî di navbera wan û rêxistineke Holendî de heye bo alîkariya xwendevanan.

Herwiha berpirsê xwendevanan aşkere kir ku, her diçe rêjeya xwendevanan ji ber rewşa Rojava zêdetir dibe û ew hawlên xwe dikin ku alîkariya xwendevanan vikin û karûbarên wan bi rêve bibin.