YPG bersiva daxuyaniya rêjîma Sûriyê dide

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parstina Gel (YPG) li ser bûyerên Hesekê û helwesta rêjîma Sûriyê ya dibêje Asayişa Rojava beşeke leşkerî ji PKKê ye, daxuyaniyek belav kir û tuhmetên rêjîmê red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parstina Gel (YPG) li ser bûyerên Hesekê û helwesta rêjîma Sûriyê ya dibêje Asayişa Rojava beşeke leşkerî ji PKKê ye, daxuyaniyek belav kir û tuhmetên rêjîmê red kir.

Fermandariya Giştî ya YPGê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, ew ne girêdayî bi ti parteyeke herêmê ve ne û rêjîma Sûriyê dixwaza fitneyekê di navbera pêkhateyên bajarê Hesekê de çê bike.

Daxuyaniya YPGê diyar kir, di dema şerê di navbera YPGê û DAIŞê de berdewam bû, hêzên rêjîmê û alîgirên wê ve taxên Hesekê û hin baregehên YPG û Asayişa Rojava ve topbaran kirin, ku di encamê de bi sedan kesên sivîl birîndar bûn û hejmarek ji wan jî canê xwe jidest dan, herwiha bi dehan xaniyên welatiyan bi ser wan de hatin rûxandin.

Duh, fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, tê de Asayişa Rojava beşeke leşkerî ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, herwiha bi destdirêjî li ser mal û avahiya dewletê tuhmetbar kir.

Fermandariya Giştî ya YPGê tekez kir, ewê li hember van destdirêjiyên rêjîma Sûriyê raneweste. YPGê bang li hemû pêkhateyên deverê kir jî, ku piştevaniya Asayişa Rojava û YPGê bikin, da ku li hember gef û terora rêjîma Sûriyê bisekinin.

Ji sê rojan ve, şer li bajarê Hesekê di navbera asayişa Rojava û YPGê ji aliyekî û rêjîma Sûriyê ji aliyekî din ve didome, rêjîma Sûriyê bo yekem car bi firokryên şer taxên Hesekê bombebaran dike, ku di encamê de duh 19 kesên sivîl canê xwe jidest dabûn, herwiha şer bûye egera koçberiya bi dehan welatiyên Kurd ku ber bajarê Amûde û Qamişlo ve diçin.