PYD: Li Hesekê çekdarên Îranê û Hizbulaha Libnanî hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand, di bûyerên çend rojên borî de li Hesekî di şerê di navbera Asayişa Rojava û rêjîma Sûriyê de, çendîn car ji nêzîk ve rûbirûyî çekdarên Îranî û Hizbulaha Libnanî bûne.
Hevseroka PYDê Asya Abdulah ji radyoya “Ferda” re ragihand, hêzeke berevaniya niştimanî ji aliyê Îranê ve hatiye rêxistinkirin, dixwaze li Heseke û Qamişlo pirsgirêkan çî bikin.
Abdulah dibêje, bê alîkariya Îranê û hêzên rêjîma Sûriyê, Esed nikare li dijî Kurdan gavekê bavêje.
Abdulah diyar kir, piştî rizgarkirina Minbicê ji aliyê Kurdan ve, hewlên Kurdan û alîgirên wan bo damezrandina federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê, Tirkiye, Îran û Rûsya ji bo rêgiriyê li ber wê projeyê bigirin, piştevaniya zêdetir bo rêjîma Sûriyê dikin.
Ji sê rojan ve, şer li bajarê Hesekê di navbera asayişa Rojava û rêjîma Sûriyê ve didome, rêjîma Sûriyê bi firokeyên şer taxên Hesekê bombebaran dike, ku di encamê de duh 19 kesên sivîl canê xwe jidest dabûn û bi dehan welatiyên Kurd jê koçber bûne.