TEV-DEM û rêjîmê derbarê Hesekê de lihev dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Derbarê şerê Hesekê de, civîneke lihevhatinê li Qamişlo bi rê ve diçe, li ser kişandina hêzên leşkerî ji bajarê Hesekê û rawestandina topanbaranê lihev kirin.
Jêderekî di civîna lihevhatinê ya di navbera hêzên nakok li bajarê Hesekê de ji K24ê ragihand ku li bajarê Qamişlo civîn bi rê ve diçe û pêşbîn e ku hêzên navbûrî li ser agirbestê lihev bikin.
Jêdera ku di civînê de beşdar e da zanîn jî, ku ta niha her du alî li ser kişandina hêzên leşkerî ji bajarê Hesekê, herwiha rawestandina topanbaranê lihev kirine, herwiha li ser çawaniya ku ev şer di pêşerojê de dubare nebe jî dê biaxivin.
Li gorî jêdera K24ê, civîn bi beşdariya serokê nivîsgeha ewlehiya netewî ya Sûriyê, hin serkirdeyên TEV-DEMê û hin eşîrên deverê bi rê ve diçe.
Ji 4 rojan ve, şer li bajarê Hesekê di navbera asayişa Rojava û rêjîma Sûriyê ve didome, rêjîma Sûriyê bi firokeyên şer taxên Hesekê bombebaran dike, ku di encamê de duh 19 kesên sivîl canê xwe jidest dabûn û bi dehan welatiyên Kurd jê koçber bûne.