Asayişa Girkê Legê serkirdeyekî PYKSê digire

Asayişa Girkê Legê endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd (PYKS) li Sûriyê Ferhan Mir'î binçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Girkê Legê endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd (PYKS) li Sûriyê Ferhan Mir'î binçav dike.

Çalakvanên Rimêlanê ji K24ê re ragihandin ku, îro danê piştî nîvro asayişa Girkê Lekê endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ferhan Mir'î binçav kir.

Ji hefteyekê de, piştî ku Asayişa Rojava rê li ber derbasbûna şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî Mihmed Seîd girt, endam û alîgirên ENKSê dest bi xwepêşandanan kirin, Asayişa Rojava dest bi girtina endam û serkirdeyên ENKSê û partiyên di ENKSê de kir.