Hevpeymaniya Navdewletî berdevkê xwe diguhêre

Balyozxaneya Giştî ya Amerîka li Bexdayê ragihand, John Doryan wek Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li cihê Kristofer karver , dest bikar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Giştî ya Amerîka li Bexdayê ragihand, John Doryan wek Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li cihê Kristofer karver , dest bikar dike.

Ev yek di demekê de, Karver di 30 Gulana borî li cihê Steve Warn wek Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî dest bi kar kiribû.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, ji nêzîkî 64 dewletan pêk tê, ji roja 9 Îlona 2014an ve bi riya firokeyên şer yekem êrîşên xwe li dijî DAIŞê encam da.