Li firokxaneya Qamişlo ji 2 rojan ve hewla agirbestekê tê kirin

Piştî 5 rojan ji şer û pevçûnan li bajarê Hesekê, şandeke rêjîma Sûriyê ligel hin aliyên herêmî û navnetewî bi fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re danûstandinan dikin, da ku agirbestekê ragihînin, lê li gorî hin berpirsên Rêveberiya Xweser xuya ye ti rêkeftin û li hevhatin ta niha nehatiye kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/18203f2e-436a-4796-a93b-66bd5162c4e6/Agirbest-Qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Piştî 5 rojan ji şer û pevçûnan li bajarê Hesekê, şandeke rêjîma Sûriyê ligel hin aliyên herêmî û navnetewî bi fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re danûstandinan dikin, da ku agirbestekê ragihînin, lê li gorî hin berpirsên Rêveberiya Xweser xuya ye ti rêkeftin û li hevhatin ta niha nehatiye kirin.

Li gorî hin rîsipiyên eşîrên Ereban ku piştî rêjîma Sûriyê bê hêvî bû ji piştgiriya çend eşîrên Ereba mîna eşîra Cibûr bi taybetî, ku rîsipiyên çend eşîran gihiştine rêkeftinekê, ku ti alîkariyê bi hêzên rêjîmêre nekin, da ku nebin sedema fitneyekê li deverê, rêjîma Sûriyê neçar bû berê xwe bide agirbestê.

Jibo rawestandina şer û dîtina çareseriyekê di navbera aliyên şer de, li firokxaneya bajarê Qamişlo hevdîtinek li ser asteke bilind hate kirin.

Şandek ji rêjîma Sûriyê ligel hin aliyên navnetewî ku gûman heye şandek ji Rûsiyê û Îran di hevdîtinê de danûstandinan bi fermandariya YPGê re dikin.

Li gorî hin jêderan, ti fermandarên Asayişa Rojava û berpirsên Rêveberiya Xweser beşdarî civîna agirbestê li firokxaneya Qamişlo nebûn, sedema wê jî ew e ku, rêjîma Sûriyê danpêdanê bi wan nake.

rawêjkarê hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo ji K24ê re di vê derbarê de axivî û got: “Heta vê kêlîka ku ez ji were daxivim, hîn agirbest temam nebûye. Mercê yekem di danûstandinan de ew e, ku ti pêwendiya rêjîma bi rêvebera Hesekê re tune be, rêjîm dê tenê di çarkoşeya xwe de bimîne.”

Civîna agirbestê li firokxaneya Qamişlo dibin serpereştiya generalekî Rûsî de bi rê ve diçe.

Daxwazên rêjîma Sûriyê ji aliyên Kurdî, rakirina xalên pişknînê ji hundirê bajêr û vekirina rêya di navbera Qamişlo û Hesekê de li pêş leşkerên rêjîmê ne.

Ji aliyê xwe ve aliyên Kurdî 11 daxwazan  ji rêjîma Sûriyê dikin û di destpêka wan de, nehiştin û jihevxistina hêza Berevaniya Niştimanî û endamên Parastina Xweser, herweha daxwazê ji rêjîmî dike ku fermandarê hêza Berevaniya Niştimanî Ebdulqadir Hemo radestî Asayişa Rojava bike.