Pentagon hişdariyê dide Rûsya û Sûriyê

"Emê bersiva her êrîşekê bidin."

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandarê nû yê Artêşa Amerîkayê li Iraq û Sûriyê Steven Tawnsînd hişdarî dide her yek ji Rûsya û sûriyê ku, ew dê berevaniya hêza xwe ya taybet li Sûriyê bike eger rastî êrîşên topan yan firokeyan hatin.

Derbarê vê mijarê Fermandarê nû yê Artêşa Amerîkayê li Iraq û Sûriyê Steven Tawnsînd di hevdîtinekê de lige kenala CNN a Amerîkî wiha got: "Me Rûsya bi cihê navendên xwe agehdarkiriye û wan jî ji rejîma Sûriyê re gotine, ez dixwazin bibêjim ku, emê bergiriya xwe bikin eger em rastî êrîşan hatin."

Berî niha Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (pentagon) hişdarî dabû Artêşa Sûriyê û alîgirên wê ku, nêzîkî hêza wan nebin.

Ji aliyê xwe ve jê Parêzgarê Hesekê Meihmed Elî Zeal ji K24ê re ragehandibû ku, wan komên çekdar ên PKKê kiribûn armanc û bersiva kiryarên wan kiribûn.

Ev 5 roj in şerûpevçûn li bajarê Hesekê di navbera Asayîşa Rojava û rejîma Sûriyê berdewam e, heta niha jî bi dehan kuştî û birîndar hene.