Heseke: YPGê hişyariyê dide rêjîma Sûriyê

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hişdariyê dide rêjîma Sûriyê ku bi çekên xwe, xwe radestî wan bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hişdariyê dide rêjîma Sûriyê ku bi çekên xwe, xwe radestî wan bikin.

Peyamnêrê K24ê li Hesekê ragihand, şeva bor şer û pevçûn di navbera YPGê û rêjîma Sûriyê li taxa Neşwa ya rojhilatê Hesekê derket.

YPGê şeva borî di daxuyaniyekê de daxwaz ji hêzên rêjîma Sûriyê kir ku, bi çekên xwe, xwe radestî wan bikin. YPGê hişyar da û aşkere kir jî, ku çekdarên rêjîmê ji aliyê wan ve dorpêçkirî ne û bûne armancên nîşanvanên wan.

YPGê aşkere kir jî, ku hejmareke mezin ji şervanên wan digihin Hesekê û şer li aliyê wan bidawî bûye, heger çekdarên rêjîmê xwe radestî wan bikin, dê danûstandina biratiyê bi wan re bikin. Heger na, bila wek mirî bêjmêrin.

Ji roja 16 Tebaxê de şer û pevçûn li Hesekê di nabera Asayişa Rojav û YGê ji aliyekî û hêzên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîmê ve dest pê kiriye, bo yekem care jî rêjîma Sûriyê li Hesekê bi firokeyên şer bajar bombebaran kir.

Di encamê de heta niha zêdetirî 47 kesan canê xwe jidest dane, ji nava wan 27 sivîl in, herwiha ji nava wan jî 11 zarok in. herwiha bi dehan kes birîndar bûn û bi hezaran jî koçber bûne.