Amerîka: Nabe firokeyên Sûriyê ji Hesekê nêzîk bibin

K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka hişdariya dide rêjîma Sûriyê û tekez dike ewê firokeyên wê li Hesekê bike armanc, heger ji deverên Hevpeymaniya Navdewletî nêzîk bibe, herwiha hişarî da firokeyên Rûsyaya jî.
Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentegon) Peter Cook di konferanseke rojnamegerî de hişdarî da rêjîma Sûriyê û ragihand, heger firokeyên Sûriyê ji deverên ku Hevpeymaniya Navdewletî bikar tîne nêzîk bibe, ewê firokeyên Sûriyê armanc bike û bêxîne xwarê.
Cook got jî: “Bo berevaniya li hêzên xwe bikin, emê her tiştî bikin. Em şîretekê li rêjîma Sûriyê dikin, ku nabe ji deveran nêzîk bibe.”
Hefteya borî li Hesekê di navbera hêzên Kurdî û rêjîma Sûriyê şer û pevçûn derketin, bo yekem carê jî rêjîma Sûriyê firokeyên şer di wî şerî bikar anî û taxên Hesekê bombebaran kirin, lê Hevpeymaniya Navdewletî firokeyên xwe li esmana Hesekê firandin û rêgirî li firokeyên rêjîmê kirin.
Cook careke din hişadarî da rêjîma Sûriyê ku, Heseke ne herêmeke dijefirînê ye, lê divê rêjîma Sûriyê bizane ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li wê deverê hene û divê rêjîma Sûriyê ji wê navçeyê dûr bike.
Di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, nêzîkî 250 leşkerên Amerîkî wek şêwirmend ji hêzên Kurdî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li Rojavayê Kurdistanê ne, lê piştî şerê li Hesekê dest pê kir, Amerîka beşek ji hêzên xwe vekişand.
Bi armanca şerê li dijî DAIŞê Serokê Amerîka Barak Obama 250 leşkerî şandibû Sûriyê, bi wê yekê hejmara hêza wê ya taybet li Rojavayê Kurdistanê gihêşt 300 leşkerî.
Herwiha Cook da zanîn ku, ev hişyarî ne tenê ji rêjîma Sûriyê re ye, lê ji firokeyên Rûsya re ye jî û got: “Heger çi hêzek ji Amerîkayê re gefek be, ji mafê me ye ku berevaniyê li hêzên xwe bikin.”